Belê li dijî gefan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hêrsin.
Ciwanên Hesekê û Minbicê bi daxuyaniyên cuda gefxarinên Erdogan şermerzar kirin û gotin:
Em seferberiyê radigihînin û bi yek dengî û hemû pêkhateyan em dibêjin “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”.
Li aliyekî din jî ciwanên Minbicê li dijî dagirkeriyê belavok li şêniyên Minbicê belav kirin.
Li dijî gefxwarin û bertekên serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan bertek her ku diçe zêdetirk dibe.
Bertekek din jî ji ciwanên Minbicê hat.
Ciwanên Minbicê daxuyaniyek dan û wiha gotin;
Em ji Erdogan û hikûmeta wî ya Faşîst re dibêjin , eger destdirêjî ser axa me ya pîroz were kirin , em ê axa xwe biparêzin. Ji ber ku yên bimînin em in û yên tune bibin hun in. Em ji vir heya Dêrikê seferberiyê radigihînin û bi yek dengî û yek gelî tevî hemû pêkhateyan dibêjin “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”.
Her wiha ciwanan di daxuyaniya xwe de ev bang kir:
Em bang li kesê Sûriye yî dikin ku li dijî dagirkirina axa xwe bibin mertal û her bostek ax û welatê xwe biparêzin.
PÊNGAVA “RABIN ŞER BIKIN Û FAŞÎZMÊ BIŞKÎNIN” LI MINBICÊ DESTPÊKIR
Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanên Minbicê jî pêngava “Rabin, Şer bikin û Faşîzmê bişkînin” dest pê kirin.
Belavok bi sernavê “Na ji Împaratoriya Osmanî li welatê me” bûn û li şêniyên Minbic û gundewarên wê hatin belavkirin.
CIWANÊN HESEKÊ:LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BI ERKA XWE RABIN
Bi heman armancê jî ciwanên Hesekê jî daxuyaniyek dan.
Ciwana piştgiriya xwe bi seferberiya ku rêveberiya xweser ragihand bû anîn ziman û teqez kirin ku ew ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.
Ciwana bang li hemû ciwanên bakur û rojhilatê Sûrî kirin ku li dijî gefên dewleta Tirk bi erka xwe rabin û axa xwe biparêzin.