ROJNAMEGER EVREN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDAWÎ KIR

Li girtîgehên herêman û Tirkiyeyê 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.

Her wiha Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Rojnemeger Kibriye Evren û 2 jinên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kirin.

Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Her wiha Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak ji bo destekê bide çalakiya Leyla Guven ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan li Girtîgeha Kandirayê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Rojnemeger Kibriye Evren û her du jinên bi navê Elîf Kaya û Hîlal Olmez ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Girtiyan diyar kir ku tenê daxwaza wan ew e tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe û gotin eger tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button