LI DIRBÊSIYÊ Û ŞEHBAYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME

Rêzeçalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengtiya Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê li Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û Şehbayê di roja duyem de didome.

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de ye.

Konê çalakiyê li Çerxerêya Serêkaniyê ya navçeya Dirbêsiyê hate vedan.

Bi sedan şêniyên navçeyê tevlî grevê bûne û hê jî tevlîbûn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê wê îro bi daxuyaniyekê bidawî bibe.

Li Şehbayê jî çalakî di roja xwe ya duyem de ye.

Jinên ku bi Rêber Ocalan re hevdîtin kirine tevlî çalakiyê bûne.

Leave a Reply

Back to top button