HÊZÊN REJÎMÊ HERÊMÊN IDLIB Û HEMAYÊ BI DIJWARÎ TOPBARAN DIKIN

Hêzên rejîma Sûrî herêmên gundewarê Hema û Idlib careke din da ber topan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên rejîmê herêmên gundê Besqila ya gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Her wiha herêmên Litamine, Morik û herêmên gundê Zekat jî da ber topan.

Di encama topbarana herdu aliyan de heta niha gelek sivîl hatine kuştin.

Her wiha bi dehan ji hêzên rejîmê û komên çete jî hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button