JEFFREY: HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK HEVKARÊN ME NE

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyê axivî û diyar kir ku hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê parçeyek ji tevna civaka Sûrî ye û got:

“QSD’ê xizmeta me nake, lê berê hevkarên me ne.”

Li aliyekî din jî îro dewletên ku navê garantor li xwe dikin ji bo nîqaşa dawî ya derbarê komîteya destûrê de li hev dicivin.

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyê axivî û diyar kir ku hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê parçeyeke ji tevna civaka Sûrî ye û wiha got:

“QSD’ê xizmeta me nake, lê belê hevkarên me ne.”

James Jeffrey li Atlantîc Coûncîlê di konferansekê de jî li ser pêşeroja sîstemê li Sûriyê wiha got:

‘Heta rejîm neguhere em ê nikaribin tevkariyê li avabûna welat bikin.

Jeffrey diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyê rejîmê biguherin û wiha domand:

“Em dixwazin li Sûriyê rejîm biguhere.

Lê mebesta min ne ev e ku em ji Esad rizgar bibin.”

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey axaftina xwe bi mijara jinûveakirina Sûrî bi dawî kir.

“Heke rejîm li welat nikaribe şer bi dawî bike ne Emerîka û ne jî welatên li rojavayê cîhanê nikarin alîkariya maddî bidin.”

DE MISTURA BI DEWLETÊN KU NAVÊ ‘GARANTOR’ LI XWE DIKIN RE DICIVE

Li aliyekî din jî îro dewletên ku navê garantor li xwe dikin ji bo nîqaşa dawî ya derbarê komîteya destûrê de li hev dicivin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura li ser mijarê axivî û diyar kir ku roja Sêşemê li Cenevreyê bi tevlîbûna wezîrên karê derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê wê civîn bê lidarxistin.

Civîna îro hewildana dawiyê ya avakirina komîteya destûrê ye.

Ji ber ku dawiya vê mehê erka De Mistura bi dawî dibe, tê payîn ku ji bo wî ev civîn ya dawiyê be.

Pêvajoya çêkirina komîteya destûrî destpêka vê salê ji aliyê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura ve hatibû destpêkirin.

Diviyabû 150 kes bihatana hilbijartin.

50 nûnerên rejîmê, 50 yên opozisyonê û 50’yê din jî Neteweyên Yekbûyî diyar dike..

Lê rejîma Sûrî û Rûsyayê lîsteya Neteweyên Yekbûyî red kiribû..

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura wiha gotibû:

“Çiqas dewleteke mezin be bila bibe, divê bi biryara Neteweyên Yekbûyî tevbigere.”

Leave a Reply

Back to top button