QSD: 96 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didome.

Navenda Ragihandina QSD”ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê. 96 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û çepemeniyê ya QSD’ê encama şerê dawî yê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Li eniya Baxozê şervanên QSD’ê li deverên rizgarkirî operasyoneke berfireh a paqijkirinê pêk anî.

Li vir di navbera şervanan û çeteyan de şer derket..

Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin

Çeteyan li aliyekî din ê vê eniyê êrîşî şervanan kirin.

Şervanan bersiv da û hejmarke çete hatin kuştin.

Di saetên êvarî de, şervanan operasyoneke pêk anî, 1 KM pêş ketin û 8 nuqte ava kirin.

Çeteyan jî hewl da êrîşeke dijber pêk bînin, lê belê şervanan bersiv da, balfir û topavêja koalîsyonê jî baregehên çeteyan kirin hedef.

Li baskekî din ê heman eniyê, şervan pêş ketin û gundek rizgar kirin.

Tîmên taybet jî, yekser dest bi paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan kirin.

Her wiha li aliyekî din jî, şervanan operasyon li ser çeteyan dest pê kir.

Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û cenazeyên hinek çeteyan li naverasta şer man.

Li vir erebyên êrîşkar hatin teqandin û yek jî ket destê şervanan.

Di saetên 7 sibehê de, şervanan careke din êrîş birin ser çeteyan.

Li vir 2 erebeyên çeteyan hatin teqandin

Piştî nîvro çeteyan bi du erebeyên din êrîş kirin, herdû jî ji dûr ve hatin teqandin.

Li Eniya Hecînê jî, di dema paqijkirina herêmê de, şerekî dijwar rûda.

Li vir gelek çete hatin kuştin.

Di saetên şevê de, şervanan operasyonek pêk anî.

Bi dehan çete birîndar bûn û 14 nuqte hatin avakirin.

Her wiha hemwextî êrîşên hewayî yên Koalîsyonê, gelek baregehên çeteyan bûn hedefa şervanan.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser encama şerê eniyan jî ev agahî dan.

96 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 66 êrîşên hewayî pêk anîn.

28 baregeh,

2 karegehên çêkirina teqemeniyan, 2 depoyên çekan hatin rûxandin.

8 riyên leşkerî li çeteyan hatin qutkirin.

6 erebeyên bombebarkirî, erebeyek veguhestina cebilxaneyê hatin teqandin.

Erebeyek bombebarkirî, motoskilêtek, doçkayek 12,5

7 BKC, çekek SPG, 11 fuze, miqdarek amûrên tenduristiyê ketin destê şervanan.

Leave a Reply

Back to top button