RÊVEBERIYA XWESER ALÎKARÎ JI KOÇBERAN RE ŞAND

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê 8 hezar û 500 pakêtên alîkariyê ji şêniyên Dêrazorê re şandin.

Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî, Desteya Karûbarên Civakî û Diravî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 konvoyên alîkariyê ji bo şêniyên Dêrazorê re şandin.

Alîkarî ji xwarin, cil û pêwîstiyên zivistanî pêk dihat.

Alîkarî dê li herêmên Siwer, Cidêd Igêdat, Cidêd Begare, Dehle, Beserî , Şehîl û Miêzliyê werin belavkirin.

Hevserokê Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulqadir Miwehed got,

alîkarî ji bo koçberên Dêrazorê wê werin pêşkêşkirin, di demekê de ku rêxistinên mirovî bi hinceta ku herêmê ne bi ewle ye alîkariyê naşînin.

Miwehed anî ziman ku, alîkariyê dê bi rêveberiya Meclisa Sivîl Dêrazorê di rojên pêş de were belavkirin.

Leave a Reply

Back to top button