FRANSA, ALMANYA Û BIRÎTANYAYÊ LI DIJÎ VÊ BIRYARÊ DAXUYANÎ DAN

Welatên Ewropa biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump ku wê xwe ji Sûriyê vekişîne napejirînin.

Vê yekê ne tenê di çarçoveya Sûrî de digirin, lê belê weke xeteriyekê li ser xwe jî dibînin.

Wezareta karê derve ya Almanya her wiha wezareta wê ya Parastinê û dîsa jî wezareta Parastinê ya Fransayê jî daxuyanî di derbarê vê yekê de dan.

Bertekên welatên Ewropî ji bo biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump ku wê xwe ji Sûriyê vekişîne, didomin.

Sefîrê Fransî li Neteweyên Yekbûyî Franso Dîlatir duh di civata Konseya Ewlekariyê Emerîka hişiyar kir ku divê rê li ber vegera DAIŞ’ê were girtin, her wiha parastina ewlehî û şêniyên Bakur û rojhilatê Sûrî werin garantîkirin.

Herv wiha Wezareta Karên Derv ya Fransayê jî tekez kir ku divê Emerîka di parastina ewlehî û şêniyên Bakurî Rojhilatê Sûrî de bi erka xwe rabe da ku rê li ber jinûve vegera DAIŞ’ê bigire

Nûnerê Wezaretê tekez kir ku Fransa dê xebatên xwe yên parastina hemû hevalbendên xwe yên koalsyona Navdewletî û hevkariya xwe bi Hêzên Sûriye Demokratîk re bidomîne.

Li aliyekî din Wezareta Parastinê ya Fransayê jî diyar kir ku DAIŞ bidawî nebûye û biryara serokê Emerîkayê ji bo vekişandina ji Sûriyê şaşîtîyeke pir mezin e

Wezîrê Karên Derve yê Alman Hayiko Mas jî têkildarî vekişîna Emrîkayê got:

Ev biryara vekişînê dê bandoreke neyînî li ser şerê dijî DAIŞ’Ê bike

Wezîra Parastinê ya Alman Orsola Fondêr Layîn metirsîdariya xwe ji ber biryara serokê Emerîkayê da xuyakirin û diyar kir ku ev biryar ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûrî re nabe alîkar

Her wiha destnîşan kir ku rêbaz, lezûbezî û encamên vê biryarê bi lez divên werin nîqaşkirin û got:
Ez bawer im ku bi vê lezê vekişîn ê pêk neyê û ji bo berpirsiyarîyên me ji bo hemê hêzan em hayedar in.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve ya Birîtanyayê jî biryara Serokê Emerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê red kiribû û diyar kiribû ku şerê li dijî DAIŞ’ê dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button