Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ciwanên Minbicê meşek bi meşeleyan lidar xistin û gotin:
“Emê li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin.”
Li dijî gefên dewleta Tirk li ser bakur û Rojhilatê sûrî, gel bi hêrs e û dagirkeriyê red dike.
Bi vê aramncê ciwanên Minbicê daketin qadan û meşek meşeleyan lidar xist.
Ciwan li pêşiya nexweşxaneya Firat dest bi meşê kirin.
Di mitîngê de Hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihsin Elcasim axivî û got:
“Ciwan ji bo berxwedana li hember êrîşên li dijî bajarê wan amade ne.
Mihsin Elcasim got: “Hêzên ku DAIŞ`ê têk birin, dikarin hemû hêzên dagirker jî têk bibin.”
Miting bi bilidkirina siloganên “bijî berxwedan” bi dawî bû.