MÛRAD KARAYILAN: EM Ê BI BERXWEDANÊ DEST BI SALA 2019’AN BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan peyam da ku ew ê ji her alî ve amade ne ku sala 2019’an bi berxwedana mezin pêşwazî bikin.

Karayilan çalakiyên girêvên birçîbûnê li Kurdistanê û derveyî welat jî silav kir û got;

Bi şikandina tecrîdê, teqez wê faşîzm hilweşe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi rasthatina sala nû, ji Radyoya Dengê Welat re axivî..

Karayilan axaftina xwe bi silavkirina çalakiyên girevên birçîbûnê destpê kir û wiah got;

Bi pêşengiya siyasetmedara hêja Leyla Guven, ji Silêmanî heta Hewlêrê, Mexmûrê, Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ewrêpayê gelê me li her derê di nava berxwedaneke pîroz de ne.

Ji berxwedana van hevalan û têkoşîna tê dayî eşkere dibe ku şikandina tecrîdê wê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya hilweşandina faşîzmê.

Karayilan bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven di roja 50’î de derbasî qonaxeke girîng bûye û wiha dewam kir:

Çalakiyên li her derê belav bûne veguherîn pêngaveke nû. Ev yek nîşan dide ku em ê bi berxwedanê dest bi sala 2019’an bikin. Divê welatparêz û demokrat hemû vê çirûskê, vê pêngavê xurt bikin.

PÊŞENGÊ SERDEMA BERXWEDANA NÛ WÊ GERÎLLA BE

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta niha di gelek pêvajoyên dîrokî re derbas bûye. Lê xuya ye em di serdema herî girîng de ne. Ev serdem jî sala bê ye. Pêşengên vê serdema berxwedanê ya dîrokî gerîla ye.

Li çiya û her devera Kurdistanê hebûna gerîlla mîna xençerekî ye ku li dilê dijmin ketiye. Heta gerîla li ser piyan bimîne, wê dijmin ti carî encamê negire.

Ciwanên Kurd wê her tim bi dil û can tevlî nava refên gerîla bibin û berxwedanê mezin bikin. Jinên Kurd wê bi îradeya xwe ya azad her tim li ber xwe bidin.

Karayilan anî ziman ku ji helwest û siyaseta hêzên serdest xuyar dibe ku wê 2019’an bibe sala şerekî giran li herêmê.

Li hemberî vê yekê, em hewl didin gerîla û hêzên parastinê hemûyan li hemû parçeyan li ser bingeha Projeya Jinûve Birêxistinkirinê saz bikin. Di asteke girîng de me ev yek pêk aniye.

Leave a Reply

Back to top button