Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya Komseriya Kar û Barên Koçberan hezar û 600 çadirên ku avê derbas nakin, li koçberan belav kirin.
Rêveberiyê, çadirên derveyî kampê bi tevahî guherîn.
Rêveberiyê hezar û 300 çadir ên derveyî kampê û 300 çadir jî yên di hundirê kampê de guherandin.
Ji rêveberên kampa Eyn Îsa Celal El-eyaf jî destnîşan kir ku rêveberiyê betanî û çakêt li her kesî belav kir.
Her wiha cilên zivistanê jî li zarokan belav kirin.
Koçberên bi navên Salim Elxelef û Beşar Elelî spasiya rêveberiya kampa Eyn Îsa kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di kampa Eyn Îsa ya Meclisa Sivîl a Reqayê de nêzî 13 hezar koçberên ji Reqa û Dêrazorê, her wiha penaberên ji Iraqê jî dijîn.