LI ÛRMIYÊ Û BANÊ ÊRÎŞÎ KOLBERAN KIR

Hêzên rejîma Îranê li Ûrmiye û Banê gule li kolberan barand û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, 27’ê Kanûnê hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberên li ser sînorê Mir-gewer a Ûrmiyê kirin.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Zûbeyr Rehîmî birîndar bû.

Her wiha li herêma ser sînor a Hengejal a Banê jî kolberê bi navê Hemîd di encama guleberana hêzên rejîma Îranê de birîndar bû.

Li gor daneyên saziya mafên mirovan ji 22’ê Kanûnê heta niha herî kêm 6 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi guleyan hatine birîndarkirin.

Leave a Reply

Back to top button