ALDAR XEÎL BÛYERÊN SALAN 2018’AN NIRXAND

Yek ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk Tev-dem’ê Aldar Xelîl bûyerên sala 2018’an li Sûrî û Rojava qewimîne nirxand.

Xelîl peyam da ku wan ji ezmûnên sala 2018’an dersên pêwîst derxistin û bi sekeneke xurt sala nû pêşwazî bikin.

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Dîplomasî ya Tev-dem’ê Aldar Xelîl bûyeran sala 2018’an ji Ajansa Hawarê re nirxand…

Xelîl bi bîr xist ku sala 2018’an bi dagirkirina Efrînê destpêkir û wiha got:

Ji bo me êşeke mezin bû. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêbazên herî hovane êrişî bajarê herî aram Efrînê kirin.

Ev êriş di encama bazariya Tirkiye û Rûsyayê bazariya de pêk hat. Emerîka jî ev êriş erê kir.

Bê goman li hemberî van dek, dolab û bazarên qirêj jî li Efrînê berxwedaneke mezin pêş ket. Tevî êrişa balafiran, piştgiriya Rûsya û rejîmê jî şervanên li Efrînê rûmeta me parastin.

RAGIHANDINA RÊVEBERIYÊN XWE GAVEKE GIRÎNG BÛ

Aldar Xelîl Ragihandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî weke pêngaveke girîng ji bo têkbirina komployan li dijî herêmê binav kir û wiha got:

Ev xebat ji bo parastina destketiyên şoreşê pêwîst bû. Li kêleka berxwedana leşkerî pêwîst bû têkoşîna rêxistinî û siyasî jî dewam bike û herêmên rizgarkirî bêne bihêzkirin.

Li ser helwesta hin partiyên ku detsek nedan yekîtiya Kurd jî Aldar Xelîl wiha got:

Hin partî beşdarî koalîsyona girêdayî Tirkiyê bûn. Bi vê helwesta xwe bûn hevkarê dijminên gelê Kurd. Cihê xwe di êrişa dagirkirina Efrînê de girtin. Niha ev partî li gorî fermanên dewleta Tirk tevdigerin.

Aldar Xelîk anî ziman ku hemû hêzên cîhanî yên destwerdana Sûrî jî, ji bo berjewendiyên xwe naxwazin aloziya li vî welatî çareser bibe û wiha dewam kir:

HÊZÊN CÎHANÎ NAXWAZIN ALOZIYA LI SÛRÎ ÇARESER BIBE
Emerîka û Rûsya û dewletên Ewrêpayê li ser axa Sûrî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rêve dibin. Ev hêz ti carî naxwazin pirsgirêkên li Sûrî çareser bibin.

Aldar Xelîl têkildarî biryara Emerîka ya vekişîna ji Sûrî jî wiha nirxand:

Biryar ji aliyê navendên cîhanî ve hatiye dayîn. Trump tenê berdevkê wê biryarê ye. Ti rol û bandora Tirkiyê di vê biryarê de tine ye. Armanca serekê jê dirêjkirina dema aloziya Sûrî ye.

Aladar Xelîl ferqa di navbera Efrînê û herêmên Rojhilatê Firatê de jî wiha nirxand:

Ezmanê Efrînê di bin desthilata Rûsyayê de bû, lê rojhilatê Firatê di bin çavdêriya hêzên hevpeymanê de ye. Li vê herêmê bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê hene, lewma cîhan ditrise ku eger ev girtî birevin wê terora ji nû ve zindî bibe.

Aldar Xelîl diyar kir ku divê hemû gelên Sûrî û bi taybet yên herêma Bakur li dijî gefên Tirkiyê bibin yek û wiha got:

Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk parçekirina ax û gelên Sûrî ye. Lewma pêwîst e berxwedana leşkerî û siyasî, perwerde û bihêzkirina çeperên parastinê û hemû pêdiviyên din ên seferberiya li dijî dagirkiriyê were xurtkirin.

Leave a Reply

Back to top button