ALDAR XELÎL: LAZIME HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BIBIN GARANTOR

Berpirsyarê Komîteya Peywendiyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li hêzên navneteweyî kir ku li ser sînor bibin garantor.

Xelîl diyar kir ku dibe, mijara ‘qedexekirina tevgera balafirên şer li herêmê’ bikeve rojeva Konseya Ewrûpayê.

Berpirsyarê Komîteya Peywendiyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl têkildarî gefên dagirkeriyên yên dewleta Tirk û helwesta hêzên cîhanî, bersiv da pirsên Ajansa ANF’ê..

Aldar Xelîl pêşî rewşa heyî ya li Rojava û Bakurê Sûrî nirxand û wiha got:

Li herêma me şoreşeke demokratîk ku ji bo hemû mirovahiyê bibe mînak heye. Sîstemên civakî meclîs, komun û rêveberiyên ku azadiya jinê ji bo xwe weke pîvaneke sereke dibîne, derketiye holê.

Li hemberî van encam û destketiyan, dewleta Tirk û hevkarên wê niha dixwazin derbê li modela me a çareseriyê bidin.

Têkildarî encama şerê li dijî DAIŞ’ê jî Aldar Xelîl ev titş anî ziman;

DAIŞ ji şikest. Tiştek navê wê Artêşa Azad jî li holê nema. Ji ber wê dewleta Tirk bi rêya hin komên di destê wê de mane, dixwaze êrişî Rojava û Bakurê Sûrî bikin.

Aldar Xelîl bi bîr xist ku erka rêveberiya Şamê ye ku sînorên welat li dijî êrişên dagirkeran biparêze û wiha dewam kir:

Di rewşa heyî de rejîm ji derveyî xwe kesekî din napejirîne. Tenê dibêje; bila partiya Baas hebe. Em jî vê yekê qebûl nakin.

Ya rastî gelek welat hene ku di vê mijarê de bi bandor tevbigerin.

Ne tenê Rûsya, danûstandinên me bi gelek welatan re dewam dikin.

Di be ku di encama van hevîdtinan de mijara ‘qedexekirina tevgera balafirên şer li herêmê’ bikeve rojeva Konseya Ewrûpayê…

Eger Sûriye xwe da ber baş e, lê eger neke, em ê liber xwe bidin. Çi dibe bila bibê, em ê ti carî nefikirin ku ji Sûrî cûda bibin.

Xwespartina hêzên derve nabe misogerî. Ji bo me ya girîn û rêya pêşîlêgirtina êrişan, hevgirtina gelên Sûrî ye.

Li ser pirsa bicihbûna hin hêzên artêşa Sûrî li derdora Minbicê, Aldar Xelîl ev bersiv da:

Mijara esasî ne ew e ku komek were û li deverekê bicih bibe. Armanca me a sereke ew ku em dibêjin, werin em bi hev re rûnin ser maseyê û tifaqekê çêbikin. Sîstemeke me heye, rêveberiyên me hene. Eger ev tifaqa pêk were, wê demê sînor ji aliyê hukûmeta navendî ve were parastin.

Leave a Reply

Back to top button