Şer û pevçûnên navbera çeteyên dewleta tirk xwe bi xwe de berfirehtir dibe.
Pevçûnên ku ev çend roj in li herêma Darazê ya bakur-rojavayê Helebê rû daye, duh gihaşte parêzgeha Idlibê.
Encamên despêkê jî 50 kuştî ji herdu aliyan e.
Ji roja Sêşema borî ve navbera çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam (HTŞ) û yên Nûredîn Ez-Zingî de şerekî dijwar rû dide.
Ev şer li herêma Darazê ya bakur-rojavayê Helebê dest pê kir û heta herêmên bakur û başûr-rojhilatê Idlibê belav bû.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam (HTŞ) dest danî ser 7 gundan.
Hat zanîn ku hemû komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker banga seferberiyê li dijî Hey’et Tehrîr El-Şam (HTŞ) kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku parêzgeha Idlibê û herêmên derdorê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.