Navenda Ragihadin û Çepemeniyê ya HPG’ê bi daxuniyekî ragihand ku gerîlayan bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî li artêşa Tirk ên li Alaya Rûbarokê xistine.
Di daxuaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
1’ê Çileyê, gerîlayan bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî li Alaya Rûbarokê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dan.
Balafirên bê mirov ên bombebarkirî biserkeftî li hedefên xwe dan.
Lê hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehat zelalkirin.
Di daxuyaniya duh ya HPG’ê de jî hatibû ragihandin ku gerîlayan li Şirnexê bi 5 balafirên bombebarkirî çalakî pêk anîbûn.
BALAFRÊN ARTÊŞA TIRK
HERÊMÊN PARSTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBE KIRIN
Navenda Ragihadin û Çepemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên hewayî yên Tirkiyê jî ev agahî dan:
Balafirên şer ji danê nîvro heta êvarê bombe li qadên Gundê Filleha, Gundê Sida, Şehîd Şahîn, Karker û Çemço û derdora Ava Zê yên herêma Zê barandin.
Balafirên şer her wiha qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê û derdora Gundê Gisê yê herêma Garê jî bombe kirin.
Di encama bomebaranê de tenê ziyan li bax û baxçeyên gundiyan ketine.