“EM BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRÊN GIREVA BIRÇÎBÛNÊ”

Kongra Gel bi bîr xisr ku çalakiya parlementer Leyla Guven di roja 58’an de ye û hişyar kir ku rewşa wê di qonaxeke xeter de ye.

Kongra gel bi banga “Em bibin dengê berxwedêrên gireva birçîbûnê” banga tevlîbûna meş û xwepêşandanên 5 Çile ya li Ewrûpayê kir.

Dîwana Hevserokatiya Konga Gel têkildarî berxwedana bi pêşengiya parlementer Leyla Guven daxuyaniyek da..

Dîwanê bi bîr xist ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li gelek navendan çalakiyên girevên birçîbûnê yên bê dem û bê dorvege dewam dikin û wiha got:

Di roja 58’an de, rewşa Leyla Guven derbasî qonaxeke xetere bûye.

Her ku diçe metirsiya li ser jiyana wê zêdetir dibe.

Leyla Guven ji bo xwedî li Rêber Apo derkeve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Bi pêşengiya wê û bi heman armancê li zindanan, bajarên Hewlêr, Strasboûrgê û Gallerê jî çalakî destpêkirin.

Tevî ku rewşa Leyla Guven derbasî qonaxek kritîk bûye jî, lê di serî de CPT, Konseya Ewrûpa û saziyên navnetewî bêdengin.

Ji ber vê sedemê weke gel divê em dengê berxwedanê geştir bikin.

Heta ku berxwedan neghêje armancên xwe divê em li ser piya bin.

Erk û berpisyariya her welatparêzêkî û hêzên demorasiyê ew e ku li berxwedêran xwedî derkevin.

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel diyar kir ku bi vê armancê wê di navbera 5 û 19’ê Çile de li gelek navendên Ewrûpayê çalakî pêk werin û ev bang kir:

5’ê Çile berxwedana Leyla Guven dikeve roja 59’an.

Bi hîskirina xeteriya jiyana wê qadên çalakiyan tije bikin.

Leave a Reply

Back to top button