QSD: 19 ÇETEYÊN DAIŞ HATIN KUŞTIN Û 5 ÇETEYÊN BIYANÎ HATIN GIRTIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku di encama şerê dawiyê de,

19 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 5 çeteyên biyanî jî hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama şerê 24 saetên derbasbûyî yê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li bajaroka Hecîn û derdora wê kir.

Şervanan jî bersiv da û gelek çete hatin kuştin.

Piştî têkçûna êrîşê, çeteyan ji dûr ve nuqteyên şervanan bi fuze û hawanan topbaran kirin, lê tu zirar negihiştin şervanan.

Li aliyekê din jî, şervanan operasyonek pêk anî, 2 Km pêş ketin û 20 nuqteyên parstinê ava kirin.

Di vê pêşketinê de, hejmarek çete hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Her wiha balafirên Koalîsyonê jî, çend êrîşên hewayî bi ser nuqteyên çeteyan de pêk anîn.

Li eniyeke din jî, piştî şerekî dijwar, şervan 2 Km pêş ketin û hejmarek nuqte ava kirin.

Li vê derê, balafir û topavêjên Koalîyonê jî, nuqteyên çeteyan hedef girtin.

Di encama vî şerî de, gelek çete hatin kuştin.

Tîmên taybet ên QSD’ê jî, yekser dest bi paqijkirina mayinan kirin.

Li aliyekî din jî, hemwextî şerekî dijwar, şervanan operasyonek berfire bi ser çeteyan de pêk anî.

Li vir gelek çete hatin kuştin û 13 nuqte hatin avakirin.

Piştre çeteyan bi hemû cureyên çekên giran, nuqteyên şervanan hedef girtin, lê ew jî bê encam bû.

Heta amadekirina vê bîlançoyê jî şer li hemû eniyan dewam dikir.

Li gorî vê jî bîlançûya Navenda Ragihandina QSD’ê a li ser encama şer jî wiha ye;

19 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Balafirên Koalîsyonê 59 êrîşên hewayî pêk anîn.

49 baregeh, 2 cihên topavêjin hawanan,

2 depoyên çekan, stastonek sotemeniyê,

2 kargehên teqmeniyan û tunelek hatin rûxandin.

Belozerek û erebeyek bombebarkirî hatin teqandin.

Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku, şervanên wan 30 Kanûna 2018’an 5 çeteyên biyanî ji girtine.

Leave a Reply

Back to top button