KOMKUJIYA PARÎSÊ KCK: RÊJÎMA KUJER A AKP’Ê WÊ BIDAWÎ BIBE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera komkujiya Parîsê de peyam da ku ew ê di sala 7’an a şehadeta Sakîne Cansiz û hevalên wê de, rêjîma kujer a AKP’ê bidawî bikin.

Bi rasthatina salvegera komkujiya Parîsê ku di encamê de jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemz şehîd bûn, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê bi bîr xist ku beriya 6 salan komkujî bi fermana rêjîma AKP’ê pêk hat û wiha got:

Rêjîma AKP’ê weke beşek ji hewldana tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê, 9’ê Çileyê sala 2013’an fermana da ku li navenda Parîsê ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez werin kuştin.

Daxwaz û hesreta azadiyê ya van şehîdan teqez wê bi cih werin anîn û dijminên Kurdan hemû wê têk biçin.

Hevserokatiya Konseya Rêvber a KCK’ê diyar kir ku pîlana dawî ya tinekirina tevgera azadiyê havîna 2011’an bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan destpê kir û wiha dewam kir:

Rêjîma AKP’ê ji bo êrîşên xwe yên tinekirinê bi ser bixîne, rêveberiya PKK’ê kiribû hedef. Ji ber ku zanîbû li çiyayên Kurdistanê nikare vê bike, berê xwe da hevrê Sakîne a bi berpirsyariya karên li Ewrûpayê radibû.

Bi fermana Serokwezîrê demê Erdogan, komkujî ji aliyê musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ve hate plankirin.

Li gorî siyaseta tinekirinê ya salên 2011 û 2012’an, biryar hatibû dayîn ku her rêbazên şerê qirêj bên bikaranîn.

Rêjîma AKP’ê bi rêya komkujiya Parîsê xwest bi modela bi rêbaza Srî Lankayê Tevgera Azadiyê tine bike.

Lê dema dît ku ew ê ti encama bidest nexe, berê xwe da Îmraliyê.

Rêber Apo ji bo rêzdariya li şehîdan, dest bi pêvajoyeke çareseriya demokratîk kir.

Lê belê ji ber şerxwaziya Erdogan, dewleta Tirk ev pêvajo bi tecrîda 5’ê Nîsana 2015’an re dest bi êrîşa tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.

Dewleta Tirk ji wê demê ve hemû derfetên xwe ji bo tinekirina tevgera azadiyê bikar anî, lê rastî berxwedaneke ew çendî mezin hat ku wê dawî li rêjîma faşîst a AKP û MHP’ê bîne.

Rihê berxwedanê yê ku Sakîne Cansiz li zindana Amedê nîşan da, niha li her derê zindî bûye.

Di sala 7’an a şehadeta Sakîna û hevalên wê de wê dawî li desthilatdariya AKP’ê were anîn.

Leave a Reply

Back to top button