LI BAJARÊ AMEDÊ BI DAXUYANIYEKÊ HAT RAGIHANDIN

Partiyên li Bakurê Kurdistanê wê 31’ê Adarê di bin sîwana HDP’ê de beşdarî hilbijartina herêmî bibin.

Tifaqa Kurdistanî îro li bajarê Amedê bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Partiyên siyasî ragihandin ku ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd wan gaveke dîrokî avêtiye.

Li bajarê Amedê ji bo ragihandina tifaqa Kurdistanî, civîneke berfereh hat lidarxistin..

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan di civînê de û ev peyam da:

Ji bo eşkerekirina tifaqeke li ser paşeroja demokratîk û azad a gelê Kurd em li hev civiyan.

Ev gaveke hêja ye. Hêvî û bendewariya gelê me ji me ew e ku em yekîtiya xwe pêk bînin. Ya girîng ew e ku tifaqa me mayînde be û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bibe bingeh.

Ji Qazî Mihemed heta Mele Mistefa Barzanî, ji Mazlûm Dogan heta Vedat Aydin, deyneke di stûyê me de.

Erk û berpirsyariya me ye ku em xwedî li mîrateya pêşengên xwe derkevin û daxwaza wan bicih bînin.

Piştî axaftina Perwîn Buldan belgeya tifaqa Kurdistanî hat eşkere kirin..

Hin xalên girîng ên belgeyê wiha ne:

-Desthilatdariya AKP’ê bi sîstema Serokatiyê re veguheriye rejîma yek-kesî, plan dike ku îradeya gelan binpê bike. Lewma tifaqa Kurdistanî ji bo hilbijartina herêmî xwe li ser me ferz dike.

  • Partî û tevgerên me yên mohra xwe danîne binê vê belgeyê, radighînin ku ew ê di hilbijartina 31’ê Adarê de di bin sîwana HDP’ê de beşdar bibin.
  • Li dijî hemû hevgirtinên îradeya gelê me nasnakin, Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî wê bi slogana ‘Bila gelê me bi ser bikeve’ tevbigere û encameke xurt bidest bixe.
  • Ji bo siyaseta demokratîk were zindîkirin, wê partiyên tifaqa Kurdistanî erk û berpirsiyariyên xwe bicih bînin. Ya herî girîng jî li dijî êrîşên li ser destketî û nirxên neteweyî yên gelê me, em ê bi hev re li ser bingeheke demokratîk û sivîl li ber xwe bidin.
  • Çawa ku partiyên dewletê li hemberî gelê me dibin yek, em jî partî û tevgerên Kurd, taybetmendiyên xwe yên cuda datînin aliyekî û ji bo hilbijartinên herêmî li dora xalên hevpar dibin yek.

Partiyên cihê xwe di nava Tifaqa Kurdistanî de digrin ev in:

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê-Azadî

Partiya Herêman a Demokratîk-DBP

Komeleya Kurd a Demokratîk û Şoreşger

Partiya Gelan a Demokratîk-HDP

Partiya Azadî û Mirovan

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Platforma Demokrat a Kurdistanê-PDK

Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye PDK-T

Leave a Reply

Back to top button