Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê 24 saetên derbasbûyî yê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.
Li gorî vê, bi dehan çete hatine kuştin.
Li bajaroka Hecînê û derdora wê, şervanên QSD’ê êrîşeke berfireh birin ser nuqteyên çeteyan.
Şervan 2 KM pêş ketin û 20 nuqteyên parastinê ava kirin.
Balafirên Kaolîsyonê jî çend baregehên çeteyan rûxandin.
Li vir hejmarek çete hatin kuştin û cenazeyên hindekan, li naverasta şer man.
Her wiha tîmên taybet jî, yekser dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan kirin.
Li aliyekê din jî piştî şerekî giran, şervan 2 KM pêş ketin.
Çeteyan êrîşeke dijber pêk anî, lê şervanan bersiv da.
Balafir û topavêjin Koalîsyonê jî, navedên çeteyan kirin hedef.
Li eniyeke din jî, şervanan 13 nuqte ava kirin.
Navenda Ragihandina QSD’ê di bîlançoya doh de jî ragihandibû, 19 çete hatin kuştin û 5 çeteyên biyanî 30 Kanûna 2018’an hatin girtin.