DIVÊ JI BO OCALAN KAMPANYA GERDÛNÎ WERE DESTPÊKIRIN

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîqaya Başûr, Lîşesa Senolî diyar kir ku divê kampanyayê ji bo Nelson Mandela dihatin kirin, niha ji bo azadiya Ocalan jî pêk wertin.

Senolî got, divên şoreşgerên cîhanê ji bo Ocalan rabin ser piyan.

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîqaya Başûr Lîçesa Senolê tecîrdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji Rojnameya Yenîozgur-polîtîkayê re nirxand..

Senolê diyar kir ku ti ferq di navbera pergala nijadperest a Aparthaîd û ya deweleta Tirk tine ye û wiha got:

Li dijî vê pergala xerab, ji bo azadiya Mandela me li cîhanê dest bi kampanya kir. Em û gelê Kurd di vî warî de dişibin hev.

Têkoşîna li hemberî dewleteke mêtinger, gaveke girîng bû. Hêrseke me ya neteweyî jî hebû. Ji ber vê jî dema em li berxwedana gelê Kurd dinerin, tiştek ji me re xerîb nayê.

Me bi saya hevgirtina li cîhanê rejîma Apartheîd şikand. Şoreşgerên cîhanê ji bo me rabûn pêyan. Girîng e ku mirov rastiya Ocalan û gelê Kurd bibîne. Ya girîng ew e ku ji bo azadiya Ocalan şoreşgerên cîhanê rabin ser piran.

Leave a Reply

Back to top button