DOZA GUVEN A LI WANÊ NEQLÎ ENQEREYÊ HAT KIRIN

Doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya ku li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatibû vekirin bi biryara bêpeywîrê neqlî Dadgeha Enqereyê hat kirin.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber di 19’ê îlona 2016’an de li Wanê axivîbû û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz lê hatibû vekirin.

Doza Guven bi biryara bêpeywîrê neqlî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin.

Guven ji 8’ê Mijdara 2018’an vir ve ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Ocalan ev 63 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Leave a Reply

Back to top button