NÛNERÊN RÊXISTINAN BANG LI HIKUMETÊ KIR KU DAXWAZÊN LEYLA PÊK BÎNE

Hevserokên Rêxistinên HDP, DBP û DTK’ê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaret kirin û ji hikûmeta AKP’ê xwestin ku daxwazên Leyla Guven pêk bîne.

Serdan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 63 rojin li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Nûner û hevserokên Partî û rêxistinan di ziyaretê de daxuyanî dan û piştgiriya daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî jî bang li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê kir ku der barê rewşa Ocalan de erka xwe pêk bîne.

GIRTIYÊN LI RIHAYÊ: EM BI BIRYAR IN DÎWARÊN TECRÎDÊ HILWEŞÎNIN

Li aliyê din girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê ku di çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger de ne, bi riya nameyê peyam şandin.

Girtiyan di nameyê de gotin:

“Em biryarin dîwarê tecrîdê hilweşînin.”

Leave a Reply

Back to top button