RYABKOV: VEKIŞÎNA DYE JI SÛRIYÊ DI DEMA NIHA DE NEPÊKAN E

Cîgirê wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov ragihand ku di rewşa heyî de vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê nepêkan e.

Ryabkov ji rojnamevanan re got:

Li Washingtonê helwesta aliyê ku dixwazin hêzên Emerîkî ji Sûriyê venekişên xort e.

Di rewşa heyî de, ez bawer nakim ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ji nişkêve tevahiya hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne, helwestek bi vî rengî nayê dîtin.

Li aliyekî din jî Ryabkov tekez kir ku der barê rewşa li Sûriyê de, di navbera Rûsya û Emerîka de têkilî hene û wiha got:

Danûstandinên me der barê rewşa li Sûriyê de nayên rawestandin, ev tiştekî normal e, dibe ku ew danûstandin ji raya giştî re girtî be, lê hema tên lidarxistin û wê di demên pêş de der barê mijarên din de jî danûstandin hebin.

Leave a Reply

Back to top button