Şer û pevçûn di navbera çeteyên dewleta tirk de hîn didome.
Di navbera Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Heyet Tehrîr Şam û çeteyên Ceyş El-Wetenî li gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cendirêsê şer derket.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku pevçûnine giran di navbera çeteyên Heyet Tehrîr Şam û çeteyên Ceyş El-Wetenî de li derdora gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cendirêsê, rû daye.
Li gorî agahiyan, di encama van pevçûnan de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.