QSD: 41 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN Û 63 BAREGEHÊN WAN HATIN RÛXANDIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Nanvenda Ragihandina QSD’ê encama dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 41 çete hatin kuştin û 63 baregehên wan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî yê Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin.

Li bajaroka Hecîn û derdora wê, şerekî giran di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.

Koalîsyona navdewletî jî, bi fuzeyên Himerz navendên çeteyan topbaran kirin.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn.

Li aliyekî din jî, çeteyan bi hemû cureyên çekan, êrîeşeke dijber pêk anî.

Lê belê şervanan bersiv da û gelek çete hatin kuştin.

Li baskek din yê çalakiyan jî, şervanên QSD’ê êrîşek birin ser beregehên çeteyan.

Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin.

Şervan li vir 1,5 KM pêş ketin û 21 nuqte ava kirin.

Her wiha balafirên Koalîsyonê jî di hindek maşîneyên çeteyan ji wan erebeyek doçka li ser û hejmarek motoskilêt kirin hedef.

Li milekî din, şervan 1 Km bi pêşve çûn û 27 nuqte ava kirin.

Çeteyan hewl da bi êrîrşeke dijber nuqteyan vegerînin, lê belê şervanan ew bi paş de vegerenadin.

Tîmên taybet ên QSD’ê yekser dest bi paqijkirin mayina kirin.

Her wiha li devreke din jî şervanan 28 nuqte ava kirin û dest danîn ser miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser encama şerê eniyan jî ev agahî dan.

42 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 75 êrîşên hewayî pêk anîn.

63 Baregeh, 4 cihên avêtina hawanan hatin rûxandin.

Erebyek, çeke sekvaniyê, 3 doçka û hejamre motskilêt hatin teqandin.

915 qutîkên fîşekên BKC, 523 qutîkên biçûkê û 100 yên mezin ên fîşekên doçkaya 12,5,

270 qutîkên fîşekên doçkaya 14,5, 23 qutîkên fîşekên çeka A4,

435 topên SPG, 230 topên RBC ketin destê şervanên QSD’ê.

Leave a Reply

Back to top button