LI BABÊ DEWRIYEYÊN HEVBEŞ CAREK DIN DSTPÊ KIR

Doh dewreyên hevbeş ên polîsên leşkerî yên Rûsyayê û meclisa leşkerî ya Babê li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Babê û çeteyên Dirî El-Firat pêk hatibûn.

Îro careke din dewreyên hevbeş li herêmên mijara gotinê destpêkir.

Dewriyeyên hevbeş ên polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Meclisa Leşkerî ya Babê li bajarokê El-Erîme yê rojhilatê bajarê Babê, ber bi gundê Korhîyok, Kawiklî, Ceb Mexzûm ên gundewarên rojhilatê bajarê Babê dest pê kir.

Fermandarê Meclîsa leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ji di dewriyê de amade bû.

Dewriyeyên hevbeş li gundên navborî digerin da ku rewşa herêmê û nuqteyên çavdêriyê yên li wan gundan bişopîne.

Leave a Reply

Back to top button