GELO HUKÛMETA MERKEL WÊ DAIŞ’YÊ LÊ DIGERE JI YPG’Ê BIXWAZE?

Şervanên YPG’ê yên bi awayekî çalak cihê xwe di nava Qonaxa Dawî a Bagera Cizîrê de digrin, rojên dawî gelek çeteyên biyanî bisaxî girtin..

Ji 8 DAIŞ’yên doh nasnameya wan hat eşkerekirin, welatiyê Elman Lukas Glass jî heye..

Eeşkere bû ku polîsên Elman demeke dirêj e li vî çeteyî digerin..

Niha pirs ew e,

Piştî ku YPG’ê Lukas Glass bisax girtin, wê hukûmeka Elman wê bixwaze yan na?

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞ’ê û heta roja me a îro, bêtirî 800 çeteyên ji welatiyên cîhanê, bi saxî ji aliyê şervanên QSD û YPG’ê ve hatine girtin.

Bi giştî tevî yên herêmî, nêzî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê di gitîgehên Rojava û Bakurê Sûrî de ne.

Bi gotineke din, li ti devera cîhanê hejmareke bi vî awayaî ya çeteyên girtî tine ye. Ev yek jî ji bo aramî û welekariya gelên herêmê gefeke mezin e..

Nexasim di nava DAIŞ’yên girtî de çeteyên xeter hene.

Tevî ku rêveberiya xweser bi dehê caran bang li dewletên cîhanî kir da ku welatiyên xwe ên girtî bibin jî heta niha ti bersiveke erênî ji bo vê bangê nehatiye.

Bi Qonaxa Dawî ya Bagera Cizîrê re, şervanên YPG’ê bi operasyonên tayber hejmareke din a çeteyên biyanî bi saxî girtin.

Herî dawî 9’ê Çile Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 8 çeteyan eşekere kir.

Di nava wan de çeteyên ji Elmanya Lukas Glass jî heye.

Girtina DAIŞ’yî Elman ji aliyê şervanên YPG’ê ve cihekeî fereh di çapemeniya vî welatî de girt..

Di nûçeyan de tê gotin, Lukas Glass ango Ebû Îbrahîm El Elmanî, ê sala 1995’an li bajarê Dortmundê ji dayîk bûye, sala 2014’an di ser Tirkiyê re ket axa Sûrî û beşdarî DAIŞ’ê bû..

Derkete holê ku hêzên ewlekariyê yên Elman, ji sala 2016’an û vir ve ji ber “Endametiya rêxistina terorê” li Glass digerin..

Heman salê piştî ku hin belge hatin bidestxistin, eşkere bû ku Glass tevlî DAIŞ’ê bûye..

Li nava yek ji van belgeyan, Lukas Glass Tîrmeha sala 2014’an li bajarê Dîlokê fermî beşdarî nava çeteyan bûye..

Ji sala 2016’an de hêzên ewlekariya Elman li vî çeteyî digerin..

Niha ya tê meraqkirin ev e:

Çeteyê bi aslê xwe Elman ji aliyê şervanên YPG’ê ve bi saxî hat girtin.

Gelo Elmanya wê bi fermî DAIŞ’yê xwe ji hêzên YPG’ê bixwaze yan na?

Leave a Reply

Back to top button