ŞERÊ ÇETEYAN Ê XWE BI XWE LI EFRÎNÊ DI ENCAMÊ DE 2 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Şer di navbera çeteyên dewleta tirk a dagirker de li Efrînê bi dijwarî didome.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam navendên çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên ku ji gundê Qubetan El-Cebel revîn gundên herêma Cindirêsê kirin hedefa xwe.

Di encamê de du sivîl birîndar bûn û gelek ziyanên madî çê bûn.

Şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn Zinkî li gundên Dêrbelût, Dêwaya jorîn û jêrîn, Qîlê û gundê Celemê li binê Çiyayê Lêlûnê li Başûrê navçeya Cindirêsê berdewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam navendên çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên ku ji gundê Qubetan El-Cebel revîne gundê Hecîler ê nêzî bajarê Cindirês bi çekên giran topbaran kir.

Di encamê de du sivîl birîndar bûn.

Her wiha ziyanên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.

Malpera çavdêriya Efrînê ragihand ku Firqet Hemzat hejmarek çeteyên Tehrîr El-Şam li derdora gundê Xezawiya yê navçeya Şêrewa girt.

Heta niha jî şer berdewam e.

RÊVEBERA NAVENDA HEVGIRTINA KURDÊN SÛRÎ YA SERBIXWE HAT GIRTIN

Heman çavkaniyê diyar kir ku koma çete ya bi navê qaşo Polîsa Leşkerî girt ser navenda Hevgirtina Kurdên Sûrî ya Serbixwe ya li Efrînê û rêvebra navenda çalakiyan Ranya El-Helebî girt.

Hevgirtina Kurdên Sûrî saziyeke dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê ku çeteyê bi navê Ebdul Rezaq Temo ji Stanbolê bi rê ve dibe û weke şaneyeke îstxbartî ji bo dagirkeriyê dixebite, ye.

Leave a Reply

Back to top button