HERÊMÊN NAVBERA HELEB, HEMA Û IDLIBÊ DI BIN KONTROLA HTŞ DE YE

Piştî şerê 9 rojan navbera çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam û El-Cebhe El-Wataniyê de, di navbera herdu aliyan de hevpeymanek hate mohrkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku her du aliyan li ser agirbestê, vekirina riyan û pevguherîna girtiyan li hev kirin.

Her wiha wê herêm ji aliyê Hikumeta Înqazê ve were birêvebirin.

Bi vî awayî, herêma di navbera parêzgehên Heleb, Hema û Idlibê ve bi temamî kete bin destê Hey’et Tehrîr El-Şam.

RÊJÎM HÊZÊN XWE LI DERDORA HERÊMA ERDOGAN-PUTIN BI CIH DIKE

Li aliyekî din jî, hat zanîn ku hêzên Rûsî noqteyeke leşkeriyê li herêma Til Salba ya rojavayê Hemayê ava kir.

Her wiha noqteya Rûsî ya li herêma Ebû Dalî ya başûr-rojhilatê Idlibê ber bi herêma Tilêsiyê ya bakur-rojhilatê Hemayê ve hat veguhestin.

Di heman demê de jî, rêjîma Sûrî hêzine leşkerî ber bi herêma El-Mişêrfê ya gundewarên Idlibê ve veguhest.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku ji 6’ê vê mehê ve rêjîm hêzên xwe ber bi herêmên bakur û nîvî Sûriyê ve bi cih dike.

Leave a Reply

Back to top button