100 NAVDARÊ CÎHANÊ BANGA LEZGÎN KIRIN

Kesayetên navdar li cîhanê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ketin anav tevgerê.

Ji seranserê cîhanê, nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanên navdar jî di nav de bêtirî 100 kesî ji bo bidawîbûna tecrîdkirê nanga lezgîn kirin.

Bêtirî 100 nivîskar, siyasetvan û rojnamevanên li cîhanê ji bo tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bidawî bike ev banga lezgîn kirin:

Dewleta Tirk bi şidandina tecrîda li Îmraliyê pîvanên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike. Divê di zûtirîn dem de tecrîdkirina lîderê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî rake.

Li gorî Pîvanên Nêzîkatiya li Girtiyan a Neteweyên Yekbûyî ku weke (Pîvanên Mandela) Gulana 2015’an hate qebûlkirin, her şêweyekî tecrîdê qedexe ye.

Li gorî van pîvanan, eger mirovek 15 rojan li ser hev rojane 22 saetan, ya jî zêdetir ji danûstandina bi mirovan re bêpar were hiştin, ev yek tê wateya tecrîda li hucreyê.

Tecrîdkirina Abdullah Ocalan, ji sala 1999’an dema revandina wî û vir ve, 20 sal in li girava Îmraliyê didome.

Nêzî 3 sale ku bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.

Piştî têkçûyîna hewldana aştiyê ya sala 2015’an, dewleta Tirk şerê leşkerî û zexta xwe ya siyasî ya li dijî Kurdan girantir kir.

Hukûmeta Tirk bi girtina lîderên siyasî yên Kurd derbasî nava rêveberiyeke otorîter bûye.

Leyla Guven tevî ku weke parlementereke HDP’ê hatiye hilbijartin jî li girtîgehê tê girtin.

Guven 65 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Her wiha bêtirî 150 girtiyên din jî bi heman armanc di girevê de ne.

14 siyasetmedarên Kurd li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di çalakiyê de ne.

Ev çalakî zerareke mezin li jiyana mirovan dike.

Lewma em weke nivîskar, siyasetvan û rojnamevan. ji bo dawî li vê bêedaletiyê bê anîn em bang dikin.

Em parçeyek ji tevgera piştevaniyê ya girseyî ne.

Em dibêjin; ji bo rûmeta mirovahiyê û mafên mirovan, tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan ên li Tirkiyê bi dawî bikin.

Leave a Reply

Back to top button