PROF.NORMAN PAECH: TECRÎDKIRINA OCALAN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Zanyar û profersorê Elman Norman Paech (Pêyiç) li dijê bêdengiya dewletên Ewrûpa a li hemberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da.

Pêyîç tecrîdkirina li Îmraliyê weke sûcê li dijî mirovahiyê binav kir.

Pisporê huqûqa navnetewyî û zanyarê Elan Norman Pêyîç têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji Ajansa ANF’ê re axivî..

Zanyarê Elman diyar kir ku dewleta Tirk salên dawî li Kurdistanê mafên mirovan binpê dike û wiha got:

Şerê li bajarê Kurdan fikarên me zêde dike. Yekane kesê ku dikare pêşî li vî şerî bigire û aştiyeke mayînde pêk bîne, Ocalan e. Ji bo dawî li şer were pêwîste Ocalan azad bibe.

Azadiya Ocalan wê ne tenê li Tirkiyê di heman demê de li Rojhilata Navîn rê li ber gavên dîrokî veke.

Zanyarê Elman bi bîr xist ku wî sala 1996’an hevdîtin li gel Ocalan pêk aniye û wiha got:

Mîna niha, Ocalan wê wextê jî xwedî fikra çareseriya siyasî bû. Bi dîtina min, piştî wê hevdîtinê Ocalan li Rojhilata Navîn bû yek ji hêzên herî bi bandor. Ev bandora Ocalan qet kêm nebû û hîn jî dewam dike.

Ji ber vê yekê, diyaloga bi Ocalan re wê ji bo gelan rê li ber aştî û çareseriyê veke.

Divê were zanîn ku tecrîdkirina Ocalan li dijî mirovahiyê ye û bi ti awayî li nirxên Ewrûpayê nayê. Dewleta Tirk peymana endametiya Konseya Ewrûpa û şertên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê-CPT îmze kiriye û pejirandiye.

Têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementer Leyla Guven jî zanyarê Elman wiha got:

Çalakiya Guven û ya hevalên wê gelekî watedar e. Hêviya me ew e ku çalakî wê bi ser bikeve û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button