GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI ROJA 52’AN DE YE

Li başûrê Kurdistanê çalakgerên greva birçîbûnê bi biryarin ku tecrîda li Îmraliyê hilweşînin didomin.

Li her çar aliyên kurdistanê û ji derveyî welat jî grevên birçîbûnê yên ku armanca wan bidawîanîna tecrîda girnkirî li ser Rêber Ocalan didomin.

Li gelek bajarên Başûrê kurdistanê grevên birçîbûnê bi biryardarî didomin.

Çalakiya Greva birçîbûnê ya nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di roja 52’an de û ji aliyê koma 26’emîn ve dewir hate girtin.

Li aliyekî din çalakiya bêdem û bêdorveger a Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 52’an de bi biryardarî dewam dike.

Rewşa tenduristiya Yagiz jî her ku diçe xirab dibe, lê hêjî ji bo berdewamkirina çalakiya xwe bi israr e.

Leave a Reply

Back to top button