ŞERÊ ÇETEYAN Ê XWE BI XWE LI EFRÎNÊ HERÎ KÊM 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê didome.

Vê carê jî şer di navbera çeteyên Feyleq Şam û Ehrar Şerqiyê de li Navçeya Cindirêsê rû da.

Malpera çavdêriya Efrînê ragihand ku şerekî dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Eeyleq El-Şam û çeteyên Ehrar El-Şerqîya de li navçeya Cendirêsê li Efrînê rû da.

Di encamê de herî kêm 5 çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button