TRUMP CAREKE DIN ERDOGAN HIŞYAR KIR KU ÊRIŞÎ KURDAN NEKE

Dewleta Tirk êdî ji aliyê Emerîkayê ve weke kujerê gelê Kurd tê binavkirin.

Lewma piştî biryara Turmp a vekişîne ji Sûrî, rêjêma AKP’ê ji bo Kurdan nekuje gelek caran hat hişyarkirin.

Şeva 13 Çile serokê Emerîka Donlad Trump bi rêya tevna civakî gef li dewleta Tirk xwar û wiha got:

Eger Tirkiyê êrişî Kurdan bike, em ê ji warê aborî de wê wêran bikin.

Piştî vê gefê, doh serok-komarê Tirk pêwendiyeke telefonî li gel Trump pêk anî.

Têkildarî mijarê Berdevka Qesra Sipî Sara Sanders daxuyaniyek da..

Sanders ragihan ku herdu aliyan li ser rewşa Bakurê Sûrî danistandin kirine û wiha got:

Serok Turmp careke din teqez kir ku divê li dijî Kurdan û hêzên QSD’ê êriş ji aliyê dewleta Tirk ve neyê kirin.

Leave a Reply

Back to top button