NÛNERÊ NÛ YÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ SERDANA ŞAMÊ DIKE

Hemwextî vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûrî, liv û tevgera dîplomatîk li herêmê xurtir dibe.

Nûnerê Nû yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrî Geir Pedersen serdana xwe ya yekemîn li Şamê dike.

Serokê Fermandariya hevbeş a hêzên Emerîkayê Joseph Dunford jî diçe Enqerê.

Nûnerê Nû yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Geir Pedersen serdana Şamê dike.

Têkildarî rojevên hatine nîqaşkirin, hîna ti daxuyanî nehatine dayîn.

Li aliyekî din jî di çarçoveya danûstandinên bi Tirkiyê re, Serokê Fermandariya hevbeş a hêzên Emerîkayê general Joseph Dunford bi hempîşeyê xwe yê Tirkî re dicive. Mijara hevdîtinê wê rewşa li Sûrî be.

Doh jî Serokê Emerîkayê Donald Trump dewleta Tirk hişyar kir û wiha gotibû:

Eger Tirkiyê êrişî Kurdan bike, em ê ji warê aborî ve wê wêran bikin.

Leave a Reply

Back to top button