MSD: BILA CIVAKA NAVDEWLETÎ PENABERÊN SÛRIYÊ BIPARÊZE

Meclisa Sûriya Demokratîk girêdayî rewşa koçber û penaberên Sûriyê daxuyanî da û bang li civaka navdewletî kir ku koçber û penaberên Sûriyê biparêzin.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha tîne ziman:

“Cîhan bi paşguhkirina erkê xwe û bêdengiya xwe li hember çaranûsa penaberên Sûriyê asta azar û êşên wan zêde dikin.

Wek MSD’ê em helwest û bertekên cîhanê cihê mixabiniyê dibînin.

Di heman demê de bûreyên ku di nav kampan de rû didin şermezar dikin.”

MSD’ê bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî, tevahiya dewletan û kesên xêrxwaz kirin ku koçber û penaberên Sûriyê biparêzin.

Her wiha MSD’ê bang kir ku têkîliyên bi hemû aliyên ku doza koçber û penaberên Sûriyê wek kaxiza zextê li dijî ewlehî û aramiya welat û cîhanê bi kar tînin were qutkirin.

Leave a Reply

Back to top button