QERQAŞ: KURDAN DAIŞ TÊK BIR LEWAM DIVÊ WERIN PARASTIN

Wezîrê Karê Derve ê Îmaratê Enwer Qerqaş diyar kir ku fikarên navdewletî li dijî gefa êrişa li ser Kurdan di cih de ye.

Qerqaş ragihand ku Kurd di têkbirina DAIŞ’ê bi rola sereke rabûne û got, lazime werin parastin.

Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Enwer El-Qerqaş li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî gefa êrîşa dewleta Tirk li dijî Kurdên Rojava daxuyaniyek da..

Qerqaşî got, pêwîste danûstandinên dewletên Ereb bi Kurdan re, di çarçoveya siyasî de be û xizmeta yekîtiya xaka Sûriyê bike.

Wezîrê Îmratê her wiha bal kişand ser rola sereke a Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de û wiha got:

Rola wan diyar e. Lewma fikarên navdewletî û herêmî li ser çaranûsa Kurdan rewa ne.

Leave a Reply

Back to top button