Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl têkildarî avakirina herêma tampon li ser sînorên bakurê Sûrî axivî û got:
Em ti carî avakirina “herêmeke ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê din bin serweriya dewleta Tirk de qebûl nakin.
Aldar Xelîl diyar kir ku ew ti carî qebûl nakin ku “herêmeke ewle” ji aliyê dewleta Tirk ve were avakirin.
Xelîl teqez kir ku dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û tevahî herêmên Sûrî xeter e û divê herêmên bi ewle bi serpereştiya navdewletî werin avakirin.