WÊ AKP’Ê DI HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN DE BI BINKEVE

Ji bo hilbijartina Herêmî li Tirkiyê nêzî du hem û nîvan maye.

Hikumeta faşîs ya AKP’ê bi desthiladariya xwe ya li ser Tirkiyê re bûye çavkaniya rewşa xerab ya li herêmê.

Ji ber grîngiya hilbijartina herêmî careke din hikumeta Faşîs a AKP’ê li herêmê di nava liv û tevgerê de ye.

Krîza aborî û siyasî ya li tirkiyê wê yekê nîşan dide ku AKP di hilbijartinê de bajarên mezin ji dest bide.

Ajansa Reuters li ser mijarê raporek berfireh weşand.

Krîza aborî û siyasî ya li tirkiyê serdema xwe ya herî zor û zehmet de ye.

Li ser sedemên krîzê, rewşa hilbijartina Herêmî ajansa Reutersê dosyayek weşand.

Ajansa Reutersê rewşa kembax a dewleta tirk a di bin desthiladariya hikumeta faşîst a AKP’ê de wiha rave dike;

“Piştî 16 salên xwe di desthilatdariyê de û bi derketina aloziya aborî û gurbûna wê, tê payîn ku wê AKP’ê di hilbijartinên şaredariyan de yên di 31 Adarê de tên lidarxistin, bi binkeve.”

Ajansa Reutersê dest nîşan dike ku ev alozî teqez dike ku çawa aborî bandorê li siyaseta dewleta Tirk dike.

Li gorî Reutersê, du çavkaniyên ji hundir AKP’ê gotin ku piştgiriya giştî ji AKP re di navbera ji sedî 32 û ji sedî 35 paş ve vegeriyaye.

Çavkaniyên AKPyî ji Reutersê gotin dibe ku di hilbijartina bê de AKP’ê paytext Enqere bi dest nexe û wê li Stenbolê jî di pêşbaziyeke dijwar re derbas bibe.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER REWŞA DERBEYEKE ABORÎ DIJÎ

Her wiha Reutersê diyar kir ku tevî pêşketina sînorkirî ya aboriya Tikriyê di nava salên desthilatdariya AKP’ê de, piraniya aborînasan gotin wê ev pêşketin nedemdirêj be.

Weke tê zanîn jî, bi erzanbûna lîreya Tirk re di sala borî de aboriya dewleta Tirk derbeyeke mezin xwar.

Tevî soza Erdogan a alîkariya xizanan, bilindkirina mûçeyan û kêmkirina bacan, lê hema ev yek rewşa aborî ya niha çareser nake.”

Çavkaniya AKPyî ji ajansa Reutersê wiha got:

“Rewş li Enqerê tevlihev e, li bajarên mezin ên din jî astengî li pêşiya me hene.”

Leave a Reply

Back to top button