LAVROV: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DANÛSTANDINÊN NAVBERA KURDAN Û ŞAMÊ

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê ya salane de têkildarî rewşa li Sûrî axivî.

Lavrov bi awayekî dîplomatîk li dijî avakirina herêma tampon derket û diyar kir ku welatê wî piştgiriyê dide danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî û hikûmeta Sûriyê:

Her wiha Lavrov got:

Em piştgiriya danûstandinên di navbera Kurdan û nûnerên desthilatdariya Sûriyê de dikin.

Hewldanên Tirkiyê dîsa rastî nerazîbûn û berketa hevalbend û dijberan hat.

Piştî ku serokê Emerîkayê gefa hilweşandina aboriya Tirkiyê xwar, îro Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi awayekî dîplomatîk dijberiya xwe li hember herêma tampon nîşan da.

Sergey Lavrov behsa girîngiya parastina mafên Kurdan li gorî qanûnên navdewletî û parastina yekitiya axa Sûriyê kir..

Lavrov di civîna çapemeniyê ya salane de nerazîbûna xwe der barê kiryarên çeteyên dewleta Tirk nîşan da û wiha got:

“Em dixwazin hevpeymanên di navbera me û Tirkiyê de yên der barê Idlibê de pêk bînin.

Ev hevpeyman maf nade terorîstan ku çawa bixwazin tev bigerin.

Ew ji herêma Idlibê ya bêçek êrîşî çeperên artêşa Sûriyê û cihên sivîlan dikin û hewl didin êrîşî baregeha Himêmîmê bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê diyar kir ku welatê wî piştgiriya danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî û hikûmeta Sûriyê dike û wiha domand:

“Em piştgiriya danûstandinên di navbera Kurdan û nûnerên desthilatdariya Sûriyê de dikin..”

Li gorî çavdêrên siyasî êdî dewleta Tirk hew dikare li ser nakokiya herdu bilîze..

Ji aliyekî ve Washington gefa aboriyê dide û Rûsya di mijara çeteyên Idlibê de gefan dixwe.

WEZARETA DERVE YA SÛRIYÊ:
REJÎMA TIRKIYÊ BI ZIMANÊ DAGIRKERÎ Û DIJMINAHIYÊ NÊZ DIBE

Bi heman armancê Berpirsek jî Wezareta Karê Derve yê rejîma Sûrî ji ajansa SANA ya rejîma Sûrî axivî û got;

“Daxuyaniyên Serokê rêjîma Tirkiyê careke din teqez dike ku ev rêjîm di danûstandinên Astanayê de alîkarê terorê ye, bi zimanê dagirkirî û dijminahî nêz dibe.”

Li gorî berpirsê ji ajansê re axivî, nêzîkatiya rêjîma Tirk a dagirker ne li gorî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî ye û yekîtiya xaka Sûriyê bin pê dike.

Leave a Reply

Back to top button