Çalakiya gerava birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger li Strasborgê di roja 32′ an de didome.
Vê carê jî şandeyek ji Parlamenter û namzetên çep ên Fransayê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasborgê kirin û berxwedana çalageran silav kir.
Parlementer û siyasetmedarên Feransa ku çûn serdana çalakgeran kirin diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin daxwazên çalageran.
Di dema serdanê de çalakger Yuksel Koç axivî û wiha got:
Em bawer in ku serketin nêz e, ev yek hêza berxwedanê dide me.
Her wiha kesên ku serdan kirin jî ev tişt anîn ziman;
Ev têkoşîna ji bo gelan hemûyan cihê rêzdariyê ye, tişta herî baş ku hûn temsîla wê dikin, berxwedane.
Hêz û baweriya berxwedanê ya Kurdan ji bo me çavkaniya hêzê ye.
Yuksel Koç diyar kirin ku wan biryardariya Kurdan di ‘Nobeda Azadî ji Ocalan re dîtine ku ev 6 sal in bê navber li qadan in û çalakiyan li dar dixin.