“BILA HER KES DI 19-20’Ê ÇILEYÊ DE LI QADAN BE”

Tevgera Ciwanên Şorşger û Jinên Ciwan ên Azad bi armanca piştgriya grevên birçîbûnê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 19-20’ê Çileyê li gelemperiya Ewropayê bên lidarxistin bibin.

Di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hatin gotin:

“Di kesayeta Rêbertiya me de tecrîda li ser gelê Kurd tê kirin, dixwazin girêdana me ya bi Rêbertiya me re were qutkirin.

Tecrîd û tecrîd-qebûlkirin sûcekî mirovahiyê ye û ya ji bo me ciwanan jî dimîne, rêya rûmetê serî hildan e.

Bi sirûda ‘Me bi ciwanî destpêkir em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe şer bikin.”

Tevgera Ciwanên Şorşger û Jinên Ciwan ên Azad herî dawî ev bang kir:

Li ser vî bingehî; bi sirûda ‘Li dijî tecrîdê em serî hildidin’ 19-20’ê Çileyê di serî de bang li ciwanên Kurdistan, derveyî welat û ciwanên enternasyonalîst dikin ku dakevin qadan.

Leave a Reply

Back to top button