ŞERVANÊN MECLISA LEŞKERÎ ya MIBICÊ RÊ LI BER TEQÎNEKÊ GIRTIN

Çeteyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin birêxistinkirin, hewl didin aramiya li Minbicê têk bibin.

Piştî êrişa 16’ê Çile, doh çeteyek ku xwest bombeyekê bicih bike, hat bêbandorkirin.

Çavkaniyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin:

Çeteyek dema hewl da mayînekê li ser rêya Mazerlî bi cih bike, ji aliyê yekîneyên me ên taybet ve bi rêya kamereyan hat kontrolkirin.

Dema çeteyê êrişkar hewl da bireve ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin û mayîn hate bê bandokirin.

Leave a Reply

Back to top button