BEDRAN ÇIYA KURD: ME DAXWAZ KIRIYE KU RÊVEBERIYA XWESER BIBE MADEYEK JI DESTÛRA SÛRÎ

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rohjilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd têkildarî danustandinên rêvberiya xweser bi rejîma Sûrî re axivî.

Çiya Kurd diyar kir ku di nexşeriya ku wê radestî rêjîma Sûrî bikin de daxwaz hatiye kirin ku Rêberiya xweser bibe madeyekî di destûra Sûrî de.

Çiya Kurd bang li navendên biryardanê yên navneteweyî kir ku parastina herêmê ji gefên dagirkiyê bikin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd mijarên di rojevê de ji ajansa Firatê re nirxand.

Bedran Çiya Kurd têkildarî xalên ku rêveberiya Xweser Nexşerêyek radestî Rûsyayê kirî agahî da û got;

“Armanc ji hevdîtinên me bi Rûsyayê re ew e ku astengiyên li pêşiya giftûgoyên me bi Şamê re bên rakirin.

Di hevdîtina me ya dawî de, em li ser mijarên ewlekarî û leşkerî axivîn.

Li gorî vê yekê, divê hêzên ewlekarî û QSD’ê bibine beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûrî, û parastina sînor bibe erkê wan yê sereke,

Her wiha jî sazkirina planan bo rizgarkirina herêmên ku ji hêla Tirkiyêyê ve hatine dagirkerin û di serî de Efrîn.

Çiya Kurd dazanîn ku di nexşerêyê de wan daxwaz kiriye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe madeyeke destûrî û herêmên di bin kontrola rêveberiyê de xwe bi xwe bi rê ve bibe.”

TIRKIYÊ DIXWAZE EMERÎKA JI SÛRIYÊ DERKEVE JI BO HERÊMÊ DAGIRKER BIKE

Bedran Çiya Kurd têkildarî avakiraina herêma bi ewle li Bakurê Sûriyê jî wiha got.

“Em di rewşekê tenê de afirandina ‘herêma biewle’ dipejirînin, dema ku hêzên navneteweyî, bi serpiriştiya Netewên Yekbûyî, tê de belav bibin.”

DIVÊ NAVENDÊN BIRYARÊ YÊN NAVNETEWÎ HERÊMÊ BIPARÊZIN

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser hewlesta hin dewletên cîhanê ku nerazîbûna xwe nîşanî gefên Tirkiyê dane jî wiha got:

“Pêwiste navendên biryardanê yên navneteweyî parastina herêma me, bi rêya Encûmena Ewlekariyê ya navneteweyî, peyda bikin.

Her wiha divê nûnerên Rêveberiyê di civînên çareserkirina pirisgirêka Sûriyê de beşdar bikin.”

Leave a Reply

Back to top button