KNK’Ê: DOZA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ JI BO GELÊ KURD ROJEVA SEREKE YE

Heta niha dewleta Tirk bi saya keç û xortên Rojava nekariye yek deqê di nava Efrînê de bi aram bimîne.

Her wiha bang li her kesî hat kirin ku ji bo Efrînê bi girseyî dakevin qadan.

Yekemîn salvegera dagirkirna Efrînê ji aliyê deweyta Tirk ve bi daxuyanî û bertekan hat şermezarkirin.

Konseya Rêvebira ya KNK’ê bi daxuyaniyekê yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kir.

KNK’ê got:

Bela herkes baş bizanibe ku doza rizgarkirina Efrînê ji bo gelê Kurd rojeva sereke ye.

Ji bo xwedîderketin û rizgrkirina Efrînê, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî girseyî dakevin kolanan û bala cîhanê bikşînin.

KNK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedaniya YPG/YPJ’ê û got;

Hêzên YPG/YPJ’ê li hember hêzeke dehan qat ji wan zêdetir, li hember çekên NATO’yê yên pêşketî, berxwedanek gelek xurt kirin.

Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Efrînê bi rêzdarî bi bîr anî û berxwedana heyî ya şervanên Efrînê silav kir.

MECLISA ŞENGALÊ: BERXWEDANA SERDEMÊ HÊZ DA KESÊN AZADÎXAZ

Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê bi heman armancê daxuyaniyek da û got;

Deweleta Tirk xwest fermana 74. li Efrînê temam bike, lê li hemberî dewleta Tirk a dagirker, berxwedaniyek pir mezin ku bi berdelên giranbiha gelê me dan.

Di rihê şehîdên berxwedana serdemê de em şehîdên fermana 74’an û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bibîrtinin.

Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ketina Efrîn wekî binkeftin nabînin.

Ji ber ku heya niha dewleta Tirk bi saya keç û xortên Rojava nikariye yek deqê di nava Efrînê de bi aram bimîne.

Leave a Reply

Back to top button