LI ŞAMÊ TEQÎNEK PÊK HAT

Vê sibehê li dewrûbera Şamê dengê teqînên dijwar hat.

Ajansa Sana ya rejîma Sûrî ragihand ku teqîn li nêzî nuqteyeke leşkerî li derdora Şamê pêk hatiye.

Têkildarî mijarê ajansa Sputnîkê diyar kir ku di encama teqîna li Kefer Sosayê ya Şamê pêk hatiye, birîndar hene.

Polîsên rejîma Sûrî herêma bûyer lê qewimî ye dorpêç kiriye û rêyên sereke girtine..

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ku navenda wê li Londonê ye diyar ku teqîn li nêzî yek ji navendên girêdayî îstixbaratên leşkerî li herêma El-Mutehilq a başûr pêk hatiye.

Heta niha derbarê bûyerê de lêkolîn didomin.

Gulana 2018’an hêzên rejîma Sûrî bi hevkariya Rûsyayê karîbû gelek taxê paytexta Şamê û dewrûbera wê bi dest bixista.

Leave a Reply

Back to top button