Ji her aliyan ve destekdayîn û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re xurtir dibe.
Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven û girtiyên din daxwazên civakê ne û ji rayedaran xwest ku bi lez daxwazên Guven û girtiyên din pêk bînin.
Her wiha Platforma Jinan a Dîcle ya Amed jî li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn
Piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re û şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dewam dikin.
Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya, bi daxuyaniyekê piştgirî da Leyla Guven û girtiyên din.
Înîsiyatifê diyar kir ku grevên birçîbûnê ji bo guhertina şert û mercên şexsî û civakî tê girtin û wiha got:
“Grevên birçîbûnê ji bo parastina mafên civakî di dinyayê de wekî mafekî tê naskirin.
Em dibêjin daxwazên Leyla Guven û mehkûmê din, daxwazên civakê ne jî.
Ji bo mirov û civakeke tendûristî divê rayedar guh bidin daxwazan.
PLATFORMA JINAN A DÎCLE AMED LI BER GIRTÎGEHA AMEDÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎ
Bi heman armancê Platforma Jinan a Dîcle ya Amed jî bi tevlîbûna 50 endam û rêveberên Platformê, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî pêk anîn.
Piştî jinan çalakî pêk anîn polîsan mudaxale kirin û hin jin derp kirin.
Polîsan Hevseroka SES’ê ya Amedê jî di nav de 15 jin binçav kirin.
Jinên hatin binçavkirin silogana “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Piştre Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun hat cihê bûyerê bertek nîşanî binçavkirinê da.
Polîsan hêjmara xwe ya li ber girtîgehê zêde kirin.