HUNERMENDÊN EFRÎNÊ ÇALAKIYEK ÇANDÎ LI DAR XISTIN

Şêwekar û wênesziyên Efrînê çalakiyeke çandî li Kantona Şehbayê li dar xistin.

Tê de pêşagehek hat vekirin, helbest hatin gotin û belgefîlm hatin pêşandan.

Di Pêşangehê de 22 tabloyên cihreng hatin daliqandin.

Wêneyên pêşangehê balê dikişîne ser bûyerên kuştin, êrîş wêrankirin û derketina bi zorê ku li Efrînê rû dane hatin daliqandin.

Di çalakiyê de 3 helbestvanan bi zimanê Kurdî helbestên li ser azarên şêniyên Efrînê û berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li hember dagirkerên Efrînê xwendin.

Di dawiya roja yekemîn a çalakiyê de fîlmek li ser bûyerên li Efrînê rû dane hat pêşkêşkirin.

Şêwekar Erdelan Ibrahîm diyar kir ku armanc ji vê gavê pêşxistina warê çandî li Efrînê û dengevdana Berxwedana Serdemê ye.

Çalakî dê 3 rojan berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button